TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Enbara Iraqê, erdhej çêbû!

Ruken güler
Nivîskar
📅 26 sibat 2023 22:30

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Desteya Giştî a Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê ve hat ragihandin, îro li parêzgeha Enbarê erdhejek çêbû.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku erdhej bi hêza 3.3 pêk hat. Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku erdhej 86 kîlometre li rojavayê bajarokê Rutba yê parêzgeha Enbarê çêbûye.

Hat diyarkirin ku piştî erdhejên Mereşê yên roja 6ê Sibata 2023yan, li bakur, rojava, Başûrê Kurdistanê, Tirkiye, Suriye û Iraqê, bi hezaran paşlerze çêbûne.

Hat diyarkirin ku erdheja dawiyê ya li Herêma Kurdistanê duh çêbûbû û li gorî Desteya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê, ew erdhej bi hêza 4.3 bû.

Parve bike: