TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Endonezya erdheja bi dereca 7,7 çêbû: 20 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 15 tebax 2026 10:45

PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê li nêzê girava Floresê seet di 06.00an de, erdhejekî bi dereca 7,7 çêbû. Heya niha li gor xeberên ku belavbûne 20 kes mirine, 6 kes birînbdar bûne û 2 kes jî di bin enqazan de ne.

Di erdhejê de gelek avahî xesarê dîtin lê rayedar hişyariya Tsunamiyê rakirin û xebatên ji bo rakirina enqazan dewam dikin.

Rêvebiriya eyaleta Nusa Tenggara ya Rojhilat ragihand ku di erhejê de gelek xanî xesarê dîne, bi sedema heyelanê hinek rê hatine girtin, ji ber erdhejê gelek seferên balafiran betal kirine û dixebitin da zerara ji ber erdhejê tesbît bikin.

Parve bike: