Cîhan
Li Endonêzyayê bi mezinahiya 5,2 erdhej çêbû
PeyamaKurd - Li eyaleta Açeya li Girava Sumatraya Endonêzyayê bi şideta 5,2 erdhejek çêbû.
Saziya Meteorolojî, Îqlîm û Jeofizîkê ya Endonêzyayê (BMGK) ragihand ku li 10 kîlometro başûrê rojavayê paytexta eyaleta Banda Açeyê bi qasî 10 kîlometro li bin erdê erdhej çêbû.
Li gorî tesbîtên berahî zirara canî û maddî çênebûye.
Navenda Tsunamî û BMGKê alarma tsunamiyê neda.
Endonêzyaya ku li ser kemerbenda erdhej û volkanê ya ku weke "Çembera Agir a Pasifîkê" tê navkirin cih digire, 26ê Sermaweza 2004ê bi şideta 9,1ê erdhej çêbûbû û piştre jî tsunamî çêbûbû, ji ber vê welatên li derdorê jî bandor bûbûn 230 hezar kesî canê xwe ji dest dabûn.