Cîhan
Li Êrîvanê teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene!
PeyamaKurd- Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê, teqîneke dijwar rûda. Di teqîna ku li navendeke dan û stendinê çêbû de hat ragihandin ku mirî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên destpêkê, li bazara Surmaluyê ya Êrîvanê, di depoyeke fişekên hewayî de teqînek rû daye û di wê teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye, 20 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Berdevkê Şaredarê Şaredariya Êrîvanê Levon Sardaryan hatin ragihandin, hejmara kesên di bin xirbê teqînê de mane, nayê zanîn. Sardaryan eşkere kir ku li cihê bûyerê, xebatên rizgariyê berdewam dikin.
Her wiha hat ragihandin ku ev navenda dan û stendinê ya teqîn lê pêk hatiye, 2 kîlometir dûrî bajêr e û heta niha jî sedemê teqînê nehatiye zelalkirin.