Cîhan
Li Fransayê krîza rehîneyan: Herî kêm 2 kustî
PeyamaKurd - Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê ragihand ku li bajarê Trebesê kesekî nenas bi çeka di destê xwe de gule reşandine ser polêsan û bi rev ketiye marketa bi navê ‘Super U’ 8 kes wek dîl girtine.
Wezaretê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku tîmên ewlehiyê ji bo mudaxaleyê gihîştin cihê bûyerê.
Di encama mudaxeleya tîmên ewlehiyê de kesekî jiyana xwe ji dest berda. Herwiha hat îdiakirin ku kesekî nêzê DAIŞê ev êriş hildaye ser xwe. Li gor çavkaniyên ewlehiyê li bajarokê Carcassonê ku 15 dk dûrî qada bûyerê ye, polîsek ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin.
Ji aliyekî din ve ajansa Fransayê AFPê herî kêm 2 kes hatine kuştin.