Cîhan
Li Giresunê minibusa karkerên demsale hildigirt qeza kir: 23 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li peravên Derya Reş li bajarê Giresunê li navça Şebinkarahisarê minibusa ku karkerên demsale hildigirt, bi kamponetekî re li hev ket û di encamê de 23 kes birîndar bûn.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan gihan ciyê qezayê. Minibusa ku İ.T. dajot li kamyoneta ku F.Ö.dajot ket û bi bandora qezayê kamyonet wergeriya kenarê rê.
Her dû ajotvanên erebeyan û karkerên demsale yên di minibusê de bûn, bi temamî 23 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Şebinkarahisarê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.