Li Hatay û Edeneyê erdhej çêbûn!
PeyamaKurd – AFADê ragihand, li Edene û Hatayê li pê hev erdhej pêk hatiye.
Piştî 2 erdhejên li Mereşê, li 11 parêzgehan erdhej didome.
Li gorî agahiyên dawî yên ji AFADê hatin girtin, li Edeneyê Saimbeylî di navbera saet 02-03an de 2 û li Hatayê jî erdhejek cuda pêk hat.
Li gorî vê yekê li Edeneyê Saimbeylî di saet 02.24an de bi lerza 3,6an erdhejek pêk hat.
Di kûrahiya erdhejê de 8,46 km hat pîvandin.
Li Saimbeylî di saet 03.18an de erdhejeke din a bi lerza 3,5an pêk hat.
Herwiha di saet 05.16an de li navçeya Samandag a Hatayê erdhejeke bi lerza 3,5an pêk hat.
Li aliyê din li gorî agahiyên ji AFADê hatin girtin; Li Behra Spî ya navçeya Payasê ya Hatayê di saet 23.49an de bi lerza 4,5an erdhejek pêk hat.
Erdheja ku 5,39 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li navçeyên derdorê jî hat hîskirin.
Qeymeqamê Îskenderûnê Murat Sefa Demîryurek diyar kir, piştî erdhejê li qadê lêgerîna ekîban berdewam dikin û wiha got: "Ji ber erdhejê heta niha rewşeke neyînî ya ku ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê hatiye tespîtkirin tuneye. Li tevahiya navçeyê skînerên me dewam dikin."
Derbarê bilindbûna avê ya li peravên navçeyê de jî Demîryûrek got, "Ji ber erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hat, xisareke mezin li qeraxa peravê hatiye, ji ber bayê şûr li bajêr serdest e. Bi ya me ji ber erdhejê av zêde nebûye."