Cîhan
Li Helebê êrîsî hêzên tirk kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku qerqoleke hêzên artêşa Tirkiyê ya li Helebê rastî êrîşeke çekdarî hat.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) qereqola artêşa Tirkiyê ya li rojavayê Helebê ku leşkerên tirk tê de bûn rastî êrîşeke çekdarên nenas hatiye û leşkerek jî birîndar bûye.
SOHRê daye xuyakirin ku 3yê Çile jî bi moşekên RPG li bakurê Idlibê gundê Kafriyayê êrîşek li wesayîteke artêşa Tirk hatiye kirin, lê derbarê ziyanên êrîşê de agahî nehat dayîn.