Cîhan
Li Helebê motorsîklet teqiya: 8 birîndar
PeyamaKurd- Li navçeya Babê ya bi ser bajarê Heleb a Sûriyê, motorsîkleteka ku tije bombe bû hat teqandin û di encamê de 8 kesên sîvîl birîndar bûn.
Motorsîleta bombekirî li kolaneka ku zêde qelebalix bû hat danîn û paşî hat teqandin. Heya niha ti rêxistin bûyerê nexistiye aliyê xwe.