Cîhan
Li hin deverên Çînê perwerde destpêkir
PeyamaKurd- Koronavîrusê welatê Çîne gelek meşxûl kir û li gor ragihandinên fermî yên dewleta Çînê; pêşî li belavbûna koronavîrusê girtine. Li hinek deverên Çînê xwendina zarokan destpêkiriye lê dewlet tedbîran ji dest bernedaye. Navbera her du zarokan 1 metre mesafe heye û li dibstanan agirê zarokan tê pîvandin.
Medya Çînê ragihand ku li herêma otonom ya Moxolîstanê 370 hezar zarok dest bi xwendinê kirine. Li devera Jiangsu yê jî xwendevanên pola 9 û 12 yan vegeriyane dibistanên xwe û tedbîrên koronayê jî li dibistanan dewam dikin.
Zarok dema dest bi dibistanên xwe dikin, di destpêkê de agirê wan tê pîvan.