Cîhan
Li Hindistanê hêjmara miriyên di ayînê de giha 116an
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Uttar Pradeşê di ayînekî de ji ber qelebalixa zêde xelk hev pelçaxt û jimara miriyan giha 116 kesan.
Li gor çapemeniya Hindistanê; li eyaleta Uttar Pradeşê li devera Hathrasê li navça Sikandara Rauyê di wexta bi komkî di’a ya bi navê “satsang”ê dikirin, gelek îzdîham çêbû.
Rêvebirên derverê ragihandin ku di nav wan de zarok jî hebûne û jimara miiryan gihaye 116an. Gelek kes birîndar jî bûne û birîndaran birine nexweşxanan.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi ji bo malbatên kesên can dane sersaxiyê xwest.