Cîhan
Li Hindîstanê, qeyîka cotkaran noq bû: Gelek kes xeniqîn
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên Hindîstanê ve hatin ragihandin, ji ber qeyîka cotkaran noqî avê bûye, jin û zarok jî di nav de piraniya kesên qeyîkê xeniqîne.
Hat ragihandin ku bûyer li bajarê Katiharê ya girêdayiyê eyaletê çêbûye û duh bişev di Çemê Barandî de jin û zarok jî di nav de ji kesên di qeyîkê de bûne, 7 kes noqî avê bûne û ji ber ku kes bi wan nehesiyaye, xeniqîne.
Hat ragihandin ku 2 kes ji qeyîqê bi saxî rizgar bûne û bi avjeniyê xwe gihandine bejahiyê.
Rayedarê Ewlehiyê Vidhan Chandra jî daxuyaniyek da û ragihand ku cendekên wan qurbaniyan, ji avê hatine derxistin û ji bo kirariyên fermî ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.