TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Holandeyê dijî balyozxaneya Siûdî êrîsa bi çekan

Admin H
Nivîskar
📅 12 mijdar 2020 23:49

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê, li dijî balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Hollandayê êrîşeke çekdarî pêk hat û çend gule li avahiyê ketin.
Li gorî ragihandina Reutersê berbanga vê sibê êrîşeke bi guleyan li dijî balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Hollandayê pêk hatiye.

Polîsê Holendî daye zanîn ku wan dest bi lêpirsînê kiriye û ti zirar li balyozxaneyê çênebûye.

Polîsê Hollandayê herwiha daye xuyakirin ku êrîş li bajarê Lahey pêk hatiye, lê hurgiliyên êrîşê nehatin belavkirin.

 

Parve bike: