Li Idliba bajarê Sûriyê her diçe ser girantir dibe: 6 kustî, 9 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Idlibê şerê di navbera rejîma Sûriyê komên çekdar de, her diçe gur dibe. Herî dawî di şerê derketiyî de, 6 serbazên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û 9 heb jî hatin birîndarkirin.
Li gor Rewanegaha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, şeva borî pêgehên rêjîma Sûriyê, yê bajarokê Mierit Numan û Çiyayê Kurdan topbaran kirin, lê tu zanyarî di derbarê ziyanên canî de nehatin zanîn.
Li gor zanyariyên Rewangehê, li gundê Riwêhe yê çiyayê Zawiye, bombeyeke vedayî bi hêzeke rêjîmê de teqiya û di encamê de 2 efserên rêjîmê hatin kuştin, 3 serbazî jî birîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin, li çend eniyên cuda ên çiyayê Zawiye, şer û pevçûn di navbera koma Desteya Tehrîr El Şamê û hêzên rêjîma Sûriyê de derketin û di encamê de 4 serbaz rêjîmê hatin kuştin û 6 serbaz birîndar bûn.
Li gor hin raportên medyayî, mîlîşyayên ser bi rêjîma Sûriyê û Îranê ve, li nêzîkî herêmên Seraqib, Mierit Numan û desta Xabê xwe kom dibin û çekên giran jî bicih dikin.