Cîhan
Li Idlibê agirbes hat ragihandin
PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Idlibê bi mehaye goya herêma aram hatiye qebûlkirin lê heya niha agirbes lê çenebûye, her roj kuştin heye, talan heye, herkes ji aliyê xwe de deverê bombebaran dike. Nîhayet weka nûçeyekî agirbes ket ser rûpelên medyayê.
Hat ragihandin ku bi navberiya Rûsya û Tirkiyê li Idlibê agirbes hatiye çêkirin. Ragihandin ji medya Rûsyayê hatiye belavkirin û ket ser medya Tirkiyê. Agirbes ji nîvê şevê û pê de wê bikeve rê.
Tirkiye berê berpirsiyariya Nusrayê girtibû ser xwe lê Rûsya Tirkiyê tewanbar kiribû ku Tirkiye soza xwe neaniye cî.