TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Idlibê êrîsê erebeyekî kirin: 7 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 09 nîsan 2021 04:22

PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Idlibê hêzên rejîma Sûriyê bi roketê êrîşê ser erebeyekî kirine û di encamê de 3 ji wan zarok 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Êrîş li devera Alnajia hatiye kirin û hêzên Şamê bi fuzeya tîpa kornetê ya 9 M133 ê li erebê xistine.

Li gor ragihandina medya Kurdistanê erebe ya malbatekiye û piştî êrîşê, tîmên parastina sîvîl birîndaran birine nexweşxanê. Di nav kesên mirine de yek ji wan mamosteye û rêvebiriya beşa perwerdê dikir.

Parve bike: