TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Idlibê hejmara miriyên teqînê gihîşt 14 kesan

Admin H
Nivîskar
📅 09 îlon 2026 18:55

PeyamaKurd - Li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê, li herêma Burc El-Nimra ya nêzî bajarê Sarmadayê di depoyeke cebilxaneyê de teqînek çêbû.

Di encama teqînê de ku li ser rêya sereke qewimî, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane heta niha derketiye 14 kesan û 11 kes jî birîndar in.

Tîmên hawarçûnê, lêgerîn û tenduristiyê li cihê bûyerê di nav kavilan de hewl didin xwe bigihînin kesên din.

Hate ragihandin ku li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh ji bo tespîtkirina sedema teqînê hatiye destpêkirin.

Parve bike: