Li Îranê encamên hilbijartinan hatin protesto kirin
PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên serokomariyê û hilbijartinên herêmî yên Îranê, li dijî encaman û awayê hilbijartinan xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.
Li Baxmelekê yê rojhilatê parêzgeha Xoresanê ya başûrê rojavayê Îranê li dijî encamên hilbijartinên herêmî xwepêşedan li dar ketin.
Li gorî tora El-Eyn sedema xwepêşendanan sextekirina hilbijartinên herêmî ye.
Malpera Ava Today a muxalif ragihandiye, bi dehan ciwan li Baxmelekê êvara şemiyê daketin kolanan û diyar kir, “Hêzên leşkerî ji Ehwazê paytexta Xoresanê sibeha yekşemê gihîştin bajêr û Baxmelek dorpêç kirin û tevgera çûn û hatinê asteng kirin.”
Ajansa Rekna ya Îranê jî li bûyerên li Baxmelekê rû dane ragihand: “Alîgirên bernamzetên hilbijartinên herêmî yên li bajêr bi hev ketin û hêzên polîsên taybet mudaxele kirin.”