Li Îranê jinek bi hinceta ‘Hîcabê’ hat kuştin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Lahîcanê yê parêzgeha Gîlanê, jina 46 salî Mujgan Hesenpûr, di encama êrîşeke çekdarî ya hêzên girêdayî rejîma Îranê de hate kuştin.
Hate zanîn ku girênedana hîcabê tenê bûye hinceta terorkirina vê jinê.
Li goristanê êrîşa bi 5 guleyan
Mujgan Hesenpûr, ji bo serdana gora dayik û bavê xwe, tevî kurê xwe yê 7 salî û birayê xwe çûbû goristana Axa Seyîd Murteza ya li Lahîcanê. Li wê derê, endamên hêzên Îranê ku bi hinceta "parastina hîcabê" fişarê li jinan dikin, sivikatî bi Mujganê kirin û pirsîn ka çima hîcaba wê ne li cî ye. Piştî ku Mujganê bersiv da û got, "Cilûbergên min peywendî bi tu kesî re nîne," êrîşkar pênc gule berdan laşê wê û ji cihê bûyerê reviyan.
Piştî êrîşê, li goristanê tevlîhevî derket û welatiyên li derdorê hewl dan heta hatina ambûlansê alîkariya yekem bigihînin Mujganê. Ew bi birîndarî û bi rewşeke gelekî giran ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin. Lê belê, beriya ku bigihîje odeya emeliyatê ji ber giraniya birînên xwe û tevî hemû hewldanên bijîşkan, jiyana xwe ji dest da.
Mujgan Hesenpûr kî bû?
Mujgan Hesenpûr jineke naskirî û çalak a herêmê bû. Ew hertim li kêleka malbatên mexdûr, malbatên şehîdên Lahîcanê û girtiyên siyasî cih digirt û berdewam serdana wan dikir. Ji ber van çalakiyên xwe yên mirovî û civakî, ew berê jî çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hatibû girtin û zext li ser hebûn. Çavdêrên mafên mirovan dibêjin ku kuştina wê, pêngaveke zanyarî û terorekî plankirî yê rejîmê bûye û mijara hîcabê tenê wekî hincetekê hatiye bikaranîn.