TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê Mevlevî Abdusekur Tersabî bû hedefa suîqestê!

Admin V
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2018 16:55

PeyamaKurd- Li Îranê pêşdarê oldaran û akademîsyen Mevlevî Abduşekur Terşabî di êrîşeke suîqestê de jiyana xwe ji dest da.

Di derbarê bûyerê de Alîkarê Qaymeqamê Haşê Ehmed Bolag daxuyaniyek da çapemeniya Îranê û got ku Terşabî îro sibêhê rastî êrîşekê hat û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Heta niha em nizanin kê ev êrîş kiriye.

Bolag wiha berdewam kir: Terşabî oldar û alimekî girîng bû. Gelê herêmê ji ber vê êrîşî pir xemgîn e. Terşabî yekîtiya Îslamê û misilmanan diparast. Ji bo ku kujer werin dîtin, me lêpirsîn daye destpêkirin.

Parve bike: