TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê nexwesên vîrusa korona zêde bûn, li Iraqê girtina deriyan tê nîqaskirin

Admin H
Nivîskar
📅 20 sibat 2020 22:02

PeyamaKurd - Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, hejmara kesên ku li Îranê bi vîrusa koronaya nû ketine, gihîştiye 5 kesan.

Berdevkê wezareta tenduristiya Îranê, Dr. Kiyanûş Cehanpûr ragihand, ji bilî wan du kesên ku li bajarê Babil yê Îranê bi vîrusa koronayê ketibûn, du kes jî li bajarê Qûmê û kesek jî li bajarê Erakê bi wê nexweşiyê ketine.

Dr. Cehanpûr da zanîn, bi giştî heta niha 5 kes li Îranê bi vîrusa koronayê ketine û got, ew kesê ku li Erakê jî bi koronayê ketiye, xelkê bajarê Qûmê ye.

Doh 19ê Sibatê jî du kes li bajarê Qûmê yê Îranê ji ber vîrusa koronayê miribûn.

Herwiha li gorî parvekirinên ser medya civakî îhtimal e hejmara nexweşên vîrusa koronayê li Îranê hîn zêdetir bûye ku bi awayekî fermî nayê ragihand.

Li aliyê din Wezareda Navxwe ya Iraqê jî ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê ji Îranê dixwaze çûnûhatina deriyên sînorên Îran-Iraqê heta mehekê bê rawestandin.

Parve bike: