Cîhan
Li Îranê xwepêsandana ajotvanan: 38 binçavkirin
PeyamaKurd- Li îranê di protestokirina ajotvanan de 38 kes hatin binçavkirin. Li Îranê ajotvan li seranserê welat bo şert û mercên xerab yên xebatê bertek nîşan dan û di encamê de 38 kes hatin girtin.
Li gor medya Îranê li bajarê Kazvînê 15, li Îsfahanê 13, li Elburzê 7 û li payîtext Tehranê 3 kes bi sedema ku xebata kamyonan asteng kirine hatine binçavkirin.
Ev demeke dirêje bi sedema şertên xerab yên xebatê, ajotvan erebeyên xwe naxebitînin. Dema xebata ajotvanan çênabe, dibe sedem ku rêzên erebeyan çêdibin û li îstasyonan gelek qelebalixên mezin çêdibin.