Cîhan
Li Iraqê 6 Fransiyên DAIŞê ji Sûriyê hatibûn tên darizandin
PeyamaKurd - Li Iraqê biryar e ku 6 welatiyên Fransayê yên endamên rêxistina DAIŞê ji ber tevlîbûna çalakiyên terorîstî bên darizandin.
Ev kes beşek in ji koma 47 welatiyên Fransî ku par ji zindanên Sûriyeyê bo Iraqê hatibûn veguhastin.
Li gorî medyaya Fransayê, di nava vê komê de Adrien Guihal ê ku di sala 2016an de li ser navê DAIŞê berpirsyariya êrîşa li bajarê Niceyê girtibû ser xwe jî heye.
Ev pêngav di demekê de tê ku di meha Sibatê de bi hezaran girtiyên DAIŞê ji aliyê Amerîkayê ve ji kampên li Sûriyeyê ji bo Iraqê hatibûn veguhestin.
Digel ku hin komên mafên mirovan rexneyî pêvajoya darizandinê dikin, desthilata dadgeriyê ya Iraqê ragihand ku lêpirsîna li ser van girtiyan hatiye qedandin û dosyeyên wan hatine qonaxa darizandinê.