TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê di xwepêsandanan de xwîn rijiya: Kustî û birîndar hene

📅 16 gulan 2019 13:11

PeyamaKurd – Li bajarê Necefê yê Iraqê di xwepêşandana alîgirên Muqteda Sedir de herî kêm 4 kes hatin kuştin û 17kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Tora Medyayî ya Ewlekariyê ya girêdayî Serokwezîriya Iraqê, komeke nêzîkî Sedrî li Necefê li pêşberî MALLa bi navê el-Beşîr pêşî dest bi xwepêşandanê kirine û dûre xwestine têkevin MALLê.

Di aloziya li pêşberî MALLê de hêzên ewlekariya MALLê teqe li xwepêşandanan kirine û di encama wê teqekirinê de 17 kes birîndar bûne.

Hat dîyarkirin ku xwepêşandêr ketine nava MALLê û ew dane ber êgir.

Parve bike: