Cîhan
Li Îraqê dosyaya qaçaxçîtiya neftê: Zirar digihîje bi milyaran dolaran
PeyamaKurd - Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Îraqê Yûsif Kîlabî ragihand ku operasyonên qaçaxçîtiya neftê bi milyaran dolar zirarê digihînin aboriya welêt û tenê li devera Rebîeyê rojane nêzîkî 5 heta 10 hezar bermîl neft bi rêyên neyasayî tê qaçaxkirin.
Kîlabî li ser çareserkirina vê arîşeyê bal kişand ser projeya danîna amûrên hestker (sensor) li ser 10 hezar kîlometre boriyên neftê ku ji sala 2019an ve hatiye pêşniyarkirin.
Kîlabî destnîşan kir ku lêçûna vê projeyê nêzî 200 milyon dolar (350 milyar dînar) e û li hemberî zirarên milyar dolarî gelek kêm e, lê ji ber paşguhxistina raspardeyan nehatiye cîbicîkirin.
Her wiha Kîlabî piştgiriya xwe ji bo biryar û tedbîrên dawî yên hikûmetê yên li dijî qaçaxçîtiya neftê dubare kir.