Cîhan
Li Iraqê herêmeke dî jî federaliyê dixwaze!
PeyamaKurd- Li Iraqê bajarê dewlemendê neftê yê bi navê Besrayê jî wekî Kurdistanê statuya federaliyê dixwaze.
Li Besrayê li dijî şertên xirab, qutkirina av û ceyranê protesto dewam dikin. Meclîsa bajêr jî 15 îmze top kirin û gotin ku ew jî statuya federaliyê dixwazin.
Meclîa bajêr di demeke kin de wê îmzeyên xwe teslîmî hikûmeta federal bikin.
Ev demeke dijêr e ku wekîlên Besrayê yên di parlamentoya Iraqê de vê daxwazê tînin cih. Lê belê partiyên dî li dijî vê daxwazê derdikevin. Hinek wekîlên bajêr jî li dijî vê daxwazê derdikevin.