TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê ji 20 hezarî zêdetir DEAS hene

Admin M
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2018 18:53

PeyamaKurd- Fermandarê Haşdi Şabi Ebû Mehdî Muhendîs ragihand ku li seranserê Iraqê, ji 20 hezarî zêdetir endamên DEAŞ ê hene. Muhendîs bo kanala tv ya herêmê ya Iraqê axivî û rexne li performansa şerê li dijî DEAŞê yê piştî meha 12 a ya 2017an kir.

Muhendîs got ku hebûna DEAŞê ya leşkerî li Iraqê dewam dike û li seranserê Iraqê niha di navbera 20 û 24 hezarî DEAŞî hene. Ji wan 6 hezar endam bi awayeka aktif dixebitin. Endamên ku aktîv dixebitin, mirovan direvînin û wan dikujin.

Lê balkêşe ku ev axaftina Muhendîs tam li pey kiryara Muqteda El Sadr tê ku artêşa xwe ya bi navê Seraya Es Selam ji hev belav kir.

Lê serokwezîrê Iraqê Ebadî 6 meh berê, di dawiya sala borî de ragihandibû ku êdî nema DEAŞ dikare li Iraqê tevbigere û DEAŞ li Iraqê qediya ye. Esas rexna Muhendîs bo Ebadî ye jî.

Parve bike: