TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê ji bo girtina tawanbaran gaveke nû hat avêtin

Admin H
Nivîskar
📅 24 tebax 2020 03:18

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, hêzên Iraqê li parêzgeha Besrayê pêngaveke ewlehiyê ji bo girtina "kujeran" û bicîkirina ewlehiyê da destpêkirin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî di rûniştina ewlehiyê ya bi serokatiya serokwezîr Mistefa Kazimî hatiye lidarxistin de got: "Em ê kujeran êdî di nav çend saetan de bigirin."

Hat diyarkirin ku sêşema borî bi çavdêrî û şopandina fermandarê polîsên parêzgeha Besrayê mîralay Ebbas Nacî Adem, hêzeke ewlehiyê ya mezin fermanên girtina kesên ji bo edaletê têne xwestin li seranserê parêzgehê pêk anîye.

Di çalakiyên ewlehiyê de di çarçoveya madeya 4 a qanûna têkoşîna li dijî terorê de, 2 tewanbarên ku dozgeriyê ji bo dadgehkirinê xwestibûn hatin girtin. Herwiha 304 tewanbarên din jî li gorî madeyên kuştinê yên cuda hatin girtin û radestî dadweriyê hatin kirin.

Parve bike: