Cîhan
Li Iraqê teqîn: 28 kes birîndar bûn
PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Babîlê li navçeya El Miseyîbê motorsîkleteka ku bombe hatibû barkirin, li bazareka taxê hat teqandin û di encamê de 28 kes birîndar bûn.
Piştî teqînê li ciyê bûyere tedbîrên asayîşê hatin sitendin û birîndaran birin nexweşxaneyan. Hinek birîndar birînên wan giranin û halê wan nexweş e.