TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê toreke bi dizî guhdariya siyasetmedaran dike hate tespîtkirin

Admin H
Nivîskar
📅 30 tebax 2024 21:03

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Şarqul Ewsetê, hefteya borî li Iraqê toreke pisporên dijîtal ku siyasetmedarên iraqî bi dizî guhdarî dike hatiye desteserkirin û lêpirsîna wê dewam dike.

Hatiye diyarkirin ku lêpirsîna li ser gumanbarê sereke yê wê torê dewam dike û hatiye tespîtkirin ku du lîderên Hemahengiya Kordînasyona Şîeyan jî hatine guhdarîkirin.

Li gorî zanyariyan, ew tora han di nav nivîsgeha Serokwezîriyê de kar dike û ji kesên pisporên ewlehiya dijîtalî pêk tê.

Çavkaniyan diyar kiriye ku kesayetên hatine guhdarkirin hurgilî bi daraza Iraqê re parve kirine.

Parve bike: