TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îsraîlê, 830 leskeran lîwayên xwe terikandin

Ruken güler
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2023 17:00

PeyamaKurd- Di çapemeniya Îsraîlê de hat ragihandin ku ji ber reforma darazê ya nakokbar, nêzîkî 830 leşkerên girêdayiyê Hêzên Asîmanî, dest ji kar berda.

Li gorî hûrgiliyên hatin parvekirin, di bersiva reforma darazê ya nankokbar de li Îsraîlê nêzîkî 830 leşkerên ku di nav wan de zêdetirî 260 pîlot hene, qada Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê terikandin.

Hat zanîn ku ji ber ku li Îsraîlê protestoyên li dijî reforma darazê berdewam dikin, hejmara leşkerên ku dest ji erka xwe berdidin, roj bi roj zede dibe.

Pêşnûmeya reforma darazê ya ku beşa ewil, di 24ê Tîrmehê de di dengdana 3yemîn a Meclisê de bi 64 dengên “erê” hatibû qebûlkirin. Tevahiya opozîsyonê ev deng boykot kirin.

Parve bike: