Li Îsraîlê, bêîteadiya sivîl dest pê kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Îsraîlê de cih girtin, li Qada Habîma ya ku yek ji xalên sembol ên paytext Tel Avîvê ye, ji saetên destpêkê yên sibehê ve bêîteadiya sivîl dest pê kir.
Hat diyarkirin ku xwepêşandan û bêîteatiya sivîl ku tê plankirin tevahiya rojê berdewam bike, li seranserê welêt dest pê kir dema ku koalîsyona bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu xwe amade dike ku pêşnûmeya qanûna ku dê kontrola Dadgeha Bilind li ser hikûmetê di rêziknameya dadwerî ya nakokbar de kêm bike, pêşkêşî Civata Giştî bike.
Hat zanîn ku komek ji 1000 kesan pêk tê, li ber kompleksa leşkerî ya "Kiryat" li Tel Avîvê ku ofîsên Wezareta Parastinê lê ne, kom bûn û zincîreyek mirovî ava kirin û hin xwepêşanderan jî destên xwe li ber derî kelepçe kirin.
Li gorî hat zanîn, polîsên Îsraîlê li derdora wan, bergirên ewlehiyê yên berfireh girtin.
Li gelek otoban û bi taybetî jî li ser rêyên bakurê welêt ku xwepêşanderan li her du aliyan rê li trafîkê girtin, rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn.