Li Îtalyayê rewsa awarte (OHAL) hat ragihandin
PeyamaKurd – Li Îtalyayê ji ber pêla koçberan a di ser Behra Spî re berdewam dike rewşa awarte (OHAL) hat ragihandin.
Îtalyayê di çarçoveya têkoşîna li dijî pêla koçberên neqanûnî yên di ser Deryaya Spî re tedbîrên nû girtin.
Li ser pêşniyara Wezîrê Parastina Sivîl û Polîtîkayên Deryayî ya Îtalyayê Nello Musumeci, , hikûmetê ji bo têkoşîna li dijî hewldanên awarte yên koçberên neqanûnî yên li Derya Spî, li seranserê welêt ji bo 6 mehan rewşa awarte ragihand.
Wezîr Musumec bal kişand ku li ser daxwaza Wezîrê Karên Hundir Matteo Piantedosi wan pêşnûme pêşkêş kirin û wiha got: "Me bi kêfxweşî daxwaza Wezîrê Karên Hundir ê ku ji sedî 300 giraniya van hewldanên koçberên qaçax dizane bi cih anî."
Bi Rewşa Awarte re, armanc ew e ku di warê birêvebirina koçberan û bicihkirina wan li ser axa neteweyî de bersivek bi bandortir û di cih de were dayîn.
Ji aliyekê din ve, ji roja Îna borî ve, tîmên parastina peravên Îtalyayê zêdetirî 2 hezar û 700 koçber rizgar kirine.