TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îzmîrê agir bi daristanê ket

Admin M
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2020 03:08

PeyamaKurd- Îro ber destê êvarê li dora 16.00 ê êvarê, li navçeya Îzmîrê Balçovayê agir bi daristanê ket û bi sedema hatina bayê, agir berê xwe diguhert. Bi sedema derfetên bajêr zêde ne, bi 9 helîkopter, 1 balafir, 48 arazoz, 7 alavên mudaxeleya pêş, 6 bûldozer û 210 karkeran mudaxeleyê agir kirin da vemirînin. Ji bajarên der û dor jî gelek tîm çûn alîkariya wan.

Di nava 4 sietan de karibûn agir vemirînin û niha sarkirina ciyê şewatê dewam dike.

Parve bike: