Li Îzmîrê bi sedema amadekariya êrîşa ser dibistanê 8 xwendevan xistin bin çav
PeyamaKurd – Piştî êrîşa li bajarê Maraşê û navça Sêwerekê, vê carê li bajarê Îzmîrê li navça Torbaliyê xwendekarên lîsê di navbera xwe de li ser grûba WhatsAppê planekî kirine û li ser plandananê cendirme ketin nav tevgerê.
Li ser agahiyan cendirmeyan 8 xwendevanan xist bin çav û lêpirsînê da destpêkirin. Grûba navborî ya xwendevanên bajarê Îzmîrê navça Torbali Özel İzmir Pancar O.S.B. Mesleki ve Teknik Anadolu Lisesi ne.
Hat gotin ku grûb navê “12/A Aviyonik" li xwe kiriye, 20 kesin û plan kirine ku tevgerekî weka yên Maraş û Sêwerekê bikin.
Cendirme di heman wextê de avêtin ser navnîşanan. Di encamê de kesêndi grûba peyaman debûn û digotin ku wê êrîş bikin ser dibistanê yên bi navên T.Y., A.K., A.E.Ö., E.K., R.D., F.G., Ç.S. û A.Ç. xistin bin çav.
Alavên dîjîtal yên ketin destê cendirmeyan, dê li ser wan lêkolînan bikin.
Xwendevan yên pola 12anin û lêpirsîn bi serpereştiya serdozger dewam dike.