Cîhan
Li Japonyayê lehî rabû: Herî kêm 100 kes mir!
PeyamaKurd- Li Rojavayê Başûrê Japonyayê taviyên baranê, bûn sebeba şape û lehiyê. Di encama lehiyê de 100 kes mir û 50 kes winda bû.
Erkdarê hikûmetê Yoshihide Suga di derbarê bûyeran de axivî û got ku ji ber baran û lehiyê 100 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji 10an zêdetir jî winda ne.
Televîzyona Japan Timesê ku bi Îngîlîzî weşanê dike jî eşkere kir ku ji 50 kesî zêdetir winda hene.
Erdkarên dewleta Japonyayê gotin ku baraneke ‘ecêb barî. Hê baraneke wiha me nedîtibû. Ji pêncşema bûrî heta niha, li Rojavayê Japonyayê li gorî rewşa normal ya meha Temûzê 3 qat zêdetir baran bariye.