Li Kamerûnê rêxistina Anglofoniyan êrîş kir û 3 leşkeran kuşt
PeyamaKurd – Li welatê Kamerûnê li herêma Rojavayê-Bakûr grûba Anglofona êrîş bir ser baregehekî leşkerî û di encamê de 3 leşker mirin. Hêzên dewletê dest bi operasyonan kir.
Li gor çapemeniya Kamerûnê; êrîş li navça Bafûtê ji aliyê grûba Anglofon ku bi Îngîlîzî diaxifin de bûye.
Arîşeya Anglofonan bi Kamerûnê re heye ku dewleta Kamerûnê mamoste, dadger û dozgerên ku bi Îngîlîzî nizanin dişînin herêmê û xelkê wê derê qebûl nake.
Li ser vê kiryara Kamerûnê ji sala 2026an de arîşa navbera her dû terefan dewam dike.
Grûbên Anglofonan ji ber Kamerûn di sala 1961an de derbasî federalîzmê bû, di 1 Cotmeha sala 2017an de di salvegerê de Anglofonan bi navê "Ambazonya" dewletekî remzî ava kirin û zimanê xwe yê fermî Îngîlîzî ragihandin.
Di arîşeya navbera her dû terefan de heya niha 6 hezar kes mirine. 800 hezar kes ji sererdê xwe çûne û 40 hezar kes jî xwe sipartine welatên cîran.