Cîhan
Li Kampa Filîstîyan a Lubnanê ser derket: Bi dehan birîndar hene
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li kampa koçberên Filîstînê ya Ayn El-Hîlve ya başûrê Lubnanê şer derket û herî kêm 20 kes birîndar bûn.
Medya Lubnanê ragihandiye, komên Îslamî û şervanên rêxistina El Fetih a di bin serokatiya Mahmûd Abbas de li kampê şer kirin û ji ber şerê rû da, bi dehan malbatan terka cihê xwe dan û hinekan jî xwe spart mizeftan.
Hatiye diyarkirin ku di pevçûnê de çekên otomatîk û roketavêj hatine bikaranîn û herî kêm 20 kes ji herdu aliyan birîndar bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, dawiya meha Tîrmehê jî şer li heman kampê ji ber mirina endamekî rêxistineke îslamî şer rû dabû û 15 rojan dewam kiribû. Di wî şerî de jî 13 kes hatibûn kuştin.