TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kayseriyê operasyona DAISê: 3 kes hatin desteserkirin

📅 02 hezîran 2020 14:19

PeyamaKurd – Li bajarê Kayeseriyê yê Tirkiyê di encama operasyonekê de li dijî DAIŞê 3 kes hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên berdest, tîmên Midûriyeta Dijterorê ya Kayseriyê di operasyonê de 3 kesên ku li  Sûriyê ji bo DAIŞê kar kirine, desteser kirin.

Di operasyonê de 3 gumanbar hatin desteserkirin. Ew her sê kesên hatine desteserkirin, piştî kontrola pizîşkî birin navenda ewlehiya bajêr.

Her wiha hêjayî gotinê ye ku polîsan di dema operasyonê de, di çarçoveya tevdîran de li dijî koronayê tulum li xwe kirin, mask û lepik bi kar anîn.

Parve bike: