TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kolombiyayê masîna leskerî ji kendal ket: 9 leskeran can dan

Admin L
Nivîskar
📅 25 sibat 2025 14:54

PeyamaKurd – Li Kolombiyayê wesayîteke leşkerî ji kendal ve ket û 9 leşker mirin û 20 leşker jî birîndar bûn.

Li herêma La Columpia ya bajarokê Barbacoas a herêma îdarî ya Narînoyê wesayîteke leşkerî li kendalekî 100 metreyî ket. Di qezayê de 9 leşker canê xwe ji dest dan û 20 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de Fermandarê Artêşê General Luis Emilio Cardozo Santamaria spasiya berevaniya sivîl ji bo piştgirî û alîkariya wan kir û ragihand ku ji bo diyarkirina sedema qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî sersaxî ji malbatên leşkerên ku di qezayê de canê xwe ji dest dan re xwest.

Petro got, "Zarokên dayîk û gelê Kolombiyayê di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest dan. Qezayeke gelekî xemgîn e. Ez ji hemû malbatan re sersaxiyê dixwazim. Ger hûn zarokên xwe emanetê bidin Serokek, sazî û dewletek, divê em zêdetir hewl bidin ku bi sihetî vegerin malên xwe. Ji ber qezayê ez gelekî xemgîn im."

Parve bike: