TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kopenhag û Stokholmê êrîsî sefaretxaneyên Îsraîlê kirin

Admin İ
Edîtor
📅 02 cotmeh 2024 18:00

PeyamaKurd –  Doh derengî şevê, li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê, nêzî sefarextxaneya Îsraîlê 2 teqînên bişid pêk hatin.

Polîsên Kopenhagê li ser vê bûyerê, li ser hesabê xwe yê Xê ev agahî dane: “Em bi dû bûyerê de ne bê ka kê ew teqîn pêk anîne.”

Ji aliyê din ve dane zanîn ku tu kes ji ber van bûyeran birîndar nebûye. Her weha ew bi dû yekê jî ketine bê ka pêwendiya van teqînan bi sefaretxaneya Îsraîlê re çi ye û wan çûnûhatina li wê derdorê li mirovan qedexe kiriye.

Balkêş e ku li heman kuçeya ku sefaretxaneya Îsraîlê lê ye, dibistaneke cihûyan jî heye. Ew dibistan jî ji ber heman teqînan hatiye girtin.  

Hevterîbî vê bûyera li Kopengahê, li derdora sefaretxaneya Îsraîlê ya li Stokholma paytexta Swêdê jî çend teqînên bişid pêk hatine û her ji ber heman sedemê derdora sefaretxaneya Îsraîlê ya li vî welatî jî li çûnûhatina mirovan hatiye qedexe kirin. Polîsên Stokholmê li ser vê bûyerê gotine ku bi “guleyên çekan” êrîşî sefaretxaneyê hatiye kirin.

Parve bike: