Cîhan
Li Kora Basûr di cejna Pîrhevokan de 59 kes mirin
PeyamaKurd – Li Kore ya Başûr li serbajarê wê Seûlê di pîrozkirina cejna Pîrhevokan (Cadiyan) de, bi sedema îzdîhamê 59 kes mirin û 150 kes birîndar bûn. Ji 400 xebatkarên rendursitiyê zêdetir kes çûn ciyê bûyerê û li deverê xebata rizgarkirinê dewam dike
Rêvebirê îtfaiyê yê giştî Choi Cheon-sik ragihandibû ku li devera Itaewonê nêzî Hotela Hamiltonê di kuçeyekî teng de di dema meşê de îzdîham çêbûye.