TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Libyayê 7 çekdarên El Qaîdeyê hatin desteserkirin

Admin H
Nivîskar
📅 30 mijdar 2020 04:09

PeyamaKurd – Hat ragihandin di encama oporesyoneke hêzên taybet ên Libyayê de, 7 çekdarên bi ser rêxistina El Qaîdeyê ve hatin desteserkirin.

Artêşa Netewî ya Libyayê ku serokê wê General Xelîfe Hefter e ragihand ku 7 çekdarên hatine desteserkirin ji welatên cuda hatine Libyayê û bi wan re hejmarek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, artêşa Libyayê hefteya borî operasyoneke berfireh li dijî bingehên El Qaîdeyê pêk anîye ku çend êrîş jî birine ser wan.

Parve bike: