TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Lubnanê 8 leskerên Awusturya yên UNFILê birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2024 22:12

PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya Awusturyayê ragihand ku li Lubnanê di encama êrîşeke moşekî ya bi ser hêza Neteweyên Yekbûyî ya Demkî (UNFIL) de, 8 leşkerên wan birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de, hate gotin ku 8 leşker bi sivikî birîndar bûne û êrîş hate şermezarkirin.

Wezareta Bergiriya Awusturyayê diyar kir ku hîn nehatiye zanîn bê êrîş ji kîjan aliyî ve hatiye kirin. Ango artêşa Îsraîl e yan jî Hizbullah e nehatiye tespîtkirin.

Parve bike: