Cîhan
Li Lubnanê bi banga leskerên xanenisîn wepêsandan hat kirin
PeyamaKurd – Li Lubnanê ji bo şermezarkirina şert û mercên aborî, darayî û siyasî yên xirab car din xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di xwepêşandana dijî nebûna xizmetguzariyê ya li Qada Şehîdan a paytexta Lubnanê Bêyrûdê hat kirin de û li meydanê kon hat vekirin.
Xwepêşanderan ji ber krîza siyasî û nebûna xizmetguzariyê li Lubnanê xwepêşandanên xwe berdewam dikin û dixwazin, desthilata serdest û milîsên wê destshilatê radestî gel bikin.
Hêjayî gotinê ye, xwepêşandan li ser banga leşkerên xanenişîn hate kirin ku dixwazin, ji derveyî partiyan hikumeteke demkî were avakirin daku ji rewşa heyî ya xirab re bibe bersiv û hilbijartinên parlamentoyê pêk werin û desthilatdarî ji nû ve were pêkanîn.