Cîhan
Li Lubnanê pistî benzînxaneyan dest danîn ser dermanan
PeyamaKurd – Wezîrê tendursitiyê yê Lubnanê Hemed Hesen ragihand ku wan dest daniye ser bi tonan dermanan ku li orta Lubnan û başûrê wê di depoyan de vedişêrin.
Wezîr Hesen û hêzên asayîşê li bajarên Cedra û El Akibiyê avêtin ser depoyên dermanan. Hesen bo çapemeniyê got ku dermanên vedişêrin dermanên nexweşînên kronîk, antibiyotik û mamayên bebekane. Bo kesên ku derman vedişêrin û bi bihayekî zêde difroşin dê lêpişrsîn bên kirin.
Her weha artêşa Lubnanê di 14 ê tebaxê de dest danîbû ser benzînxaneyan ji ber xwediyên wan nedifrotin bazarê an bi bihayekî zêde difrotin, weka nazara reş.