TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Lubnanê xwepêsander û hêzên ewlekariyê pev çûn

Admin H
Nivîskar
📅 26 hezîran 2020 23:16

PeyamaKurd – Li Lubnanê ji ber qutkirina rêya ostostrad ji aliyê hikumetê ve, welatiyên Lubnanê bi erebeyan li ser rêya sahilî xwepêşandan li dar xistin û rê ji çûnûhatinê re girtin.

Piştî protestoyan û girtina rê artêşa Lubnanê destwerdana xwepêşanderan kir ku di navbera hêzên ewlehiyê xwepêşanderan de pevçûn çêbûn.

Hat ragihandin ku hejmarek ji xwepêşander ketine avahiya Wezareta Karên Civakî û çûne nivîsgiha wezîr Remzî El –Mşrifêh û daxwaz kirine li wan guhdarî bikin.

Xwepêşanderên ku ji ber bihabûn û xirabûna rewşa jiyanê gazinan li hikûmetê dikin dibêjin, wezîr karên xwe nebaş dike û wî protesto dikin.

Parve bike: