TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Malezyayê helîkopterekî ket: 5 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 09 îlon 2026 14:16

PeyamaKurd – Li welatê Malezyayê li eyaleta Sarawakê helîkoptera ku 4 xebatkarên tenduristiyê tê de bûn ket û di encamê de ajotvan jî di nav wan de 5 kes mirin.

Li gor xebera ajansa Bernamayê; li eyaleta navborî li devera Miriyê helikopter ketiye û li gor serokê komita afatan ya Miriyê Galong Luang; helikopter seet di 15.30an de bi wextê wê derê ketiye.

Galong got ku helikopter nêzî balafirgeha Long Lellang ê ketiye û ji bo li ser zanîna nasnamên kesên mirine, xebatê dikin.

Wezîrê tenduristiyê yê Malzeyayê Dzulkefly Ahmad jî di daxwuyaniya xwe de got ku helîkoptera xebatkarên tendursitiyê hildigirt, ji bo wezîfa xwe bike ji devera Miriyê bi hewa ketibû.

Parve bike: