TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Maliyê 6 leskerên Fransî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2021 03:20

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriya Fransayê ragihand ku di encama êrîşeke çekdaran de 6 leşkerên frensî birîndar bûne.

Wezaretê diyar kir, doh 9ê Çile li dijî binkeyeke wan a leşkerî ya li herêma Cûrma ya Maliyê, êrîşek pêk hatiye û 6 leşkerên wan hatin birîndarkirin.

Hat eşkerekirin ku rewşa 3 leşkeran giran bûye û bo Fransayê hatine veguhestin.

Hefteyek berê jî 5 leşkerên frensî li heman herêmê di encama teqandina otomobîlekê de hatibûn kuştin.

Parve bike: