Cîhan
Li Meksîkayê 6 polîs hatin kustin
PeyamaKurd: Li payîtexta Meksîka ya bi navê Meksîko, êrîş birin ser polîsan û 6 polîs hatin kuştin. Ragihandin ji aliyê wezîrê karên hundir de hat kirin.
Wezîrê karên hundir Gustavo Rodriguez Junquera ragihand ku polîsên hatine kuştin, polîsên trafîkê ne û wê sûcdar bê ceza nemînin. Junguera negot bê bûyer çawa qewimiye lê di medya Meksîkayê de hat ragihandin ku erebeyeka di rê de diçû, sîlih jê hatine berdan û 6 polîs mirine.
Bo desteserkirina êrîşkaran xebatîn polîs dewam dikin.